Gelê Amedê bi girseyî diçe mîtîngê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Bi deh hezaran kes ber bi mîtînga Partiya Çepên Kesk a li Amedê ve diherikin. Li qada mîtîngê peyamên berxwedanê hatin dayîn.
Bi deh hezaran kes ber bi mîtînga Partiya Çepên Kesk a li Amedê ve diherikin. Li qada mîtîngê peyamên berxwedanê hatin dayîn.
Partiya Çepên Kesk li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga fînalê ya mezin li dar dixe. Beriya mitîng dest pê bike, qada mitîngê bi alên partiyê û pankartan hat xemilandin. Girse ji sê deriyan ve dikeve qada mitîngê. Bi deh hezaran welatî diherikin qada mitîngê û daxwazên xwe tînin ziman. Amedî bi reng û xemla xwe tevlî mitîngê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran li qadê cihên xwe girtin.
Korteja ku namzetên Amedê di nav de ye ji ber avahiya HDP’ê ya li semta Ofîsê heta qadê meşiya. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tevlî korteja namzetan bû. Di meşê de bênavber dirûşme hatin berzkirin.
Di meşê de dovîzên ku nivîsên wek “Em li bin darê bicivin”, “Me roj dît, niha jî dema vemirandina ampûlê ye” û “Qesra spî ket wa dikeve” hatin hildan. Di meşê de coş û peroş hêjayî dîtinê bû. Her wiha daxwazên perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya ji bo girtiyên siyasî di meşê de derketin pêş.
Ciwan, jin û alîgirên Amedsporê bi pankartên xwe tevlî meşê bûn.
Di bendên kontrolê yên polîsan de astengî ji cil û bergên neteweyî re hat derxistin. Her wiha polîsan heste û pênûs jî desteser kirin.
Li qadê coş û peroşa girseyê her kêliya ku diçe derdikeve asta herî jor. Li qadê pankarta “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve" hat vekirin. Her wiha dirûşmên ji bo dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kêliyek kêm nebû. Girse bênavber dirûşmên wek "Bijî Serok Apo", “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” berz dike. Qad bi dengê dirûşman olan dide. Li qadê hejmara ciwanan balê dikişîne ser xwe û dîmenên rengîn li qadê xwe radixin ber çavan.
Mîtîng wê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê bike. Paşê wê di mitîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) biaxivin.
Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Koma Golgedekîler jî wê derkevin ser dikê.